Utku Şimşek,Betül Bilsel
31 Adar 2025•Rojanekirin: 03 Nîsan 2025
Heyeta Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) û heyeta DEM Partiyê cara ewil di Eyda Remezanê da bi minasebeta eydaniya partiyan hatin cem hev.
Heyeta DEM Partiyê ku bi serokatiya Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ji Parlamenterê Hekariyê Onur Duşunmez û Endama Komîsyona Gel û Baweriyan Zeyno Bayramogluyê pêk tê, ji bo eydaniyê çû Navenda Giştî ya MHPyê.
Heyeta MHPyê ya ji Alîkara Serokê Giştî Zuhal Topçu, Turan Şahinê endamê MYKyê yê Kordînatorê Dibistana Siyaset û Lîdertiyê û Ozmen Alp Giray Erdemirê endamê MYKyê pêk tê, pêşwazî li heyeta DEM Partiyê kir.
Di destpêka ziyaretê da Zuhal Topçuyê merhebatî da Ayşegul Doganê û bi wî awayî wêne dan kişandin.
Topçuyê bal kişand ku hevdîtin ji bo wan giring e û der barê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da ya bi bangewaziya Lîderê MHPyê Devlet Bahçeli dest pê kir jî wiha got:
"Bi bangewaziya Brêz Serokê me yê Giştî va ya dîroka siyasî ya li Tirkiyeyê guherand, gelek gavên giring hatin avêtin. Pêvajoyeke pir giring dest pê kir. Înşelah ev pêvajo jî dê bidome. Em wisa difikirin ku nexasim piştî ku çek bên danîn û teslîmî dewletê bên kirin, dê pir bileztir bidome."
Topçuyê her wiha diyar kir ku ew ji ber ziyareta eydaniyê ya heyeta DEM Partiyê kêfxweş in û bal kişand ku "Tirkiyeya Bêteror, Herêma Bêteror" dê ji bo bextewariya însanan bibe rêxweşkerê gav û destpêkên giring.
Berdevka DEM Partiyê Doganê jî wiha got, "Êdî gotin hatin gotin. Gotinên ku nayên bi paşdaxistin hatin gotin. Lewma jî divê bêyî derengîmayînê, tiştên ku ji bo van gotinan pêwîst in, bên kirin."
Di dawiya ziyaretê da Doganê wiha got, "Dîsa derbasî be. Hûn ê wekîltiya hêviya me ya silametiyê ya ji bo Brêz Serokê Giştî bikin."