Haydar Şahin
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra li ser têlefonê axivî.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku di axaftinê da li ser gavên qeyînkirina têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê axivîn, geşedanên agirbesta Qerebaxa Çiyayî, navenda hevpar a Tirk-Ûrisan a kontrola agirbestê hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo pêkanîna aştî û îstiqrara herêmê ew ê tevkariya lazim dike û piştgiriyê bide.
Erdogan got dixwazin şertan pêk bînin ku li Qerebaxa Çiyayî Azerbeycanî û Ermenî hewcedariya xebatên çavdêriyê û hêza aştiyê nebînin bi hev ra bijîn, dema ev bibe jî ew ê carekî dîsa dinyayê encamên çêker ên hevkariya Tirk-Ûrisan bibîne.