Özcan Yıldırım,Mesut Varol
25 Tebax 2025•Rojanekirin: 26 Tebax 2025
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli ra hat cem hev.
Serokomar Erdoganê ku ji bo çalakiyên salvegera 954emîn a Serfiraziya Milazgirê hat Xelata navçeya Bidlîsê, li Qonaxa Devlet Bey a Binkeya Emîr Bayindir, Devlet Bahçeli ziyaret kir.
Ziyareta ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, qedera 45 deqîqeyan ajot.
Erdogan piştî ziyaretê, dema ji binkeyê veqetiya, li ber derva bi welatiyan ra sohbet kir û pêlîstok li zarokan belav kirin.