Merve Yıldızalp Yormaz
12 Mijdar 2025•Rojanekirin: 13 Mijdar 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kir.
Bahçelî beriya civînê li mala xwe ya li Kolana Turkmenbeyî, Serokomar Erdogan li ber derî pêşwazî kir.
Serokomar Erdogan û Bahçelî beriya hevdîtinê destê hev girtin û ji bo rojnamevanan poz dan.
Serdana ku ji çapemeniyê ra girtî bû nêzîkî 40 deqîqeyan dewam kir.
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî piştî civînê Erdogan li ber deriyê mala xwe bi rê kir.