Zafer Fatih Beyaz
04 Îlon 2025•Rojanekirin: 05 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ziyaret kir.
Bahçelî berî hevdîtina ku li mala Bahçelî ya li Kolana Turkmenbeyî hat kirin li ber derî pêşwazî li Serokomar Erdogan kir.
Serokomar Erdogan û Bahçelî destê hev şidandin û wêne kişandin û pişt ra derbasî hevdîtinê bûn.
Ziyareta ji çapemeniyê ra girtî hat kirin 50 deqîqe dewam kir.
Devlet Bahçelî piştî hevdîtinê heta ber deriyê avahiyê Serokomar Erdogan bi rê kir.