Özcan Yıldırım
10 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban qebûl kir.
Serokomar Erdogan ji bo beşdariya Zîrweya Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê hatiye Washingtona paytextê Amerîkayê û li vê derê hevdîtinên xwe didomîne.
Piştî Çalakiya Bibîranîna Sala 75emîn a NATOyê, Erdogan li otêla lê dimîne, bi Serokwezîrê Macaristanê Orban ra hat cem hev.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Çigdem Karaaslan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serşêwirmendê Ewlehî û Polîtîkaya Derva ya Serokomariyê Balyoz Akif Çagatay Kiliç û Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Haluk Gorgun jî di hevdîtinê da amade bûn.