Mehmet Yusuf Melikoğlu
12 Sibat 2024•Rojanekirin: 12 Sibat 2024
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendinê wê di 12-13yê Sibatê da serdana Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û di 14ê Sibatê da jî serdana Komara Ereban ya Misirê bike.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyand ku Serokomar Erdogan wê di 13yê Sibatê da li Dubaiyê wek mêvanê rûmetê beşdarî Lûtkeya Hikûmetan ya Cîhanê bibe.
Hat gotin lûtke wê bi temaya "Têşekirina Hikûmetên Dahatûyê" bê lidarxistin, rayedarên dewlet û hikûmetan, saziyên navneteweyî, akademîsyen, saziyên civaka sivîl, nûnerên medyayê û karsaz wê beşdarî vê civînê bibin û Erdogan jî wê wek axaftvanê sereke li vir biaxive.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan di serî da Serokê Dewletê yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb Şêx Mihemed bin Zayed Al Nahyan wê bi hemtayên xwe yên din ra hevdinan bike.
Hat daxuyandin di ziyareta Misirê da jî ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Misirê da pêşva herin, di asta bilind da hevkariya dualî çêbibe û gav bên avêtin Serokomar Erdogan wê hevdîtinan pêk bîne.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinan da mijarên rojane yên cîhanî û herêmî, bi taybetî jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û herêmên Filistînê yên dagirkirî û têkiliyên dualî wê bên axaftin.