Önder Beyter,Fatih Gazioğlu,Türkan Tosun,Abdullah Tel
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Raportorê Parlamentoya Ewropayê (PE) yê bo Tirkiyeyê yê nû Nacho Sanchez Amor diyar kir ku Tirkiye ji bo yekîtiya Ewropayê (YE) welatekî pir girîng e û wiha got, "Di navbera aliyan da baweriya bi hev bi awayekî cidî şikestin xwar. Divê em jinûva vê baweriyê çêkin. Ji bo ku em dest bi serdemeke bû bikin divê em rewşa heyî ji ber çavan derbas bikin."
Amor li avahiya PEyê ya li Brukselê piştî ku wekî raportor hat hilbijartin, hevpeyvîna xwe ya yekemîn bi AAyê ra kir û peywendiyên Tirkiye-YEyê nirxand.
Amor diyar kir ku wî xwest hevpeyvîna xwe ya ewil digel Ajansa Anadoluyê ku ajanseke nûçeyan a baş naskirî ye bike û wiha got, "Selefa min Kati Piri di serdemeke dijwar da peywir kir û lewma jî karê wê hêsan nebû. Lêbelê ez dixwazim ku peywendiyan bînim asteke baştir. Ji bo vê jî ez dixwazim peywira xwe objektîf û berfirehtir bikim. Ez dixwazim di peywendiyên piralî yên Tirkiye-YEyê da ligel hemû aliyan biaxivim."
- "Divê em wan qadan kifş bikin ku em ê bikaribin li ser bi pêş bikevin"
Amor ji bo pirsa, "Di van demên dijwar da mirov çawa dikare peywendiyên Tirkiye-YEyê ku di serdemeke dijwar da ye, baş bike?", destnîşan kir ku divê herdu alî bi "krîterên zehf giştî" va tîrên rexneyê tûşî hev nekin.
Amor da bibîrxistin ku YE yekser dijî Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê derket û wiha got, "Divê em wan qadan kifş bikin ku em ê bikaribin li ser bi pêş bikevin. Herwiha dîsa divê em wê yekê jî kifş bikin bê ka kîjan mijar xitimîne."
- "Em fikarên Tirkiyeyê yên ewlehiyê fêm dikin"
Amor got ku Yekîtiya Ewropayê fikarên Tirkiyeyê yên ewlehiyê fêm dike û wiha axivî: "Em fikarên Tirkiyeyê yên ewlehiyê fêm dikin, lê ev nayê wê meneyê ku Tirkiye bila li wir yekalî hereket bike û em jî vê tesdîq dikin. Pêngavên Tirkiyeyê yên navneteweyî dijî hiqûqa navneteweyî ne."
Amor li ser pirseke moşekên ku PKK/YPGya rêxistina terorê avêtin Tirkiyeyê da wiha got:
"Ez Alan Kurdiyê ku li qeraxên Tirkiyeyê miribû ji bîr nakim. Ji hêla din ez Mihemed pitikê ku Akçakaleyê hatibû kuştin jî ji bîr nakim. Ez hemû êrîşên dijî sivîlan rexne dikim. Ez êrîşa bibom ya li Til Ebyadê hatibû kirin jî rexne dikim."
- "Ji hemû fealiyetan ra hûn nikarin bibêjin ev 'terorîzm' e"
Amor bikaranîna peyva "terorîst" ya ku ji hêla Tirkiyeyê tê bikaranîn rexne kir û îdia kir: "
"Tirkiyeyê vê peyvê ji bo gelek tiştan bi kar tîne. Wê çaxê tespîta "terorîstê rastî" zehmet dibe. Ev jî li ser nêrîna welatên Ewropayê tesîrê dike. Ewropa wê çaxê nikare bi hêsanî fikarên we yên ewlehiyê fêm bike."
- "Tirkiye şirîkekî girîng e"
Amor li ser pirsa "Ji bo YEyê girîngiya Tirkiyeyê çi ye ?" wiha got: "Tirkiye ne bi tenê ji hêla ewlehî û koçê ji her aliyî va pir girîng e. Tiştên ku Tirkiyeyê ji bo penaberan kirine jî mînakeke eşkere ye û nirxên Ewropayê nîşan dide. Di mijara qebûlkirina penaberan da YEyê her tim Tirkiyeyê teqdîr kir."
Amor anî ziman di mijara penaberan da barekî mezin daye pişta xwe û heqê wê heye ku ji YEyê alîkariyê bixwaze û wiha dewam kir: "Lê hereketa eskerî (Herekata Kaniya Aştiyê) di vê mijarê da nahêle rewşeke erênî çêbibe. Tirkiyeyê got ewê penaberan bişîne herêma ewle. Ev gaveke bitalûke ye. Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Gutteres got penaber ancax bi awayekî ewle, serfiraz û bi dildarî dikarin bizivirin. Tirkiyeyê kî bişîne herêma ewle? Ma ev der wê bibin bajarên ewle? Ewê demografiya wê ji nû va çêbike?"
Amor got ewê piştgiriyê nedin gavên yekalî yên ku Tirkiye ji bo vegera penaberan davêje, ewê piştgiriyê bidin gavên saziyên navneteweyî yên wek NYyê.
Amor anî ziman beriya tiştên ku Tirkiye ji bo penaberan dike jî wan piştgirî dida penaberan û wiha got: "Tirkiye dibêje alîkarî dereng tê û me rexne dike, lê ev prosedura YEyê ye."
- "Ez dixwazim bi hemû aliyan ra hevdîtinê bikim"
Amor got ku ew dixwaze di heyama xwe ya raportoriyê da bi hemû aliyên Tirkiyeyê ra hevdîtinê bike û wiha pê da çû: "Ez dixwazim Tirkiyeyê tam fehm bikim. Ev rojeva min e. Haya min ji Alan Kurdî, Mihemedê pitik ê ku li Eqçeqeleyê can da, dayikên ku zarokên xwe dixwazin û li dijî PKKyê derketine, kesên ji ser medayay civakî hikûmetê rexne dikin û rojnamegeran heye. Ez encax dikarim bi vî hawî hemû hevdîtinên xwe yên fermî birêva bibim û pêvajoyê careke din li ser hîmên wê bi keys bikim."
- "Ji bo heyama nû divê li ser rewşa heyî bê sekinîn"
Der barê pêşeroja têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da Amor bi bîr xist ku Parlementoya Ewropayê hevdîtinên ji bo endamtiya Tirkiyeyê dane sekinandin lê Konsey û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê nade wê biryarê.
Amor diyar kir ku Herekata Kaniya Aştiyê têkilî xist nav zehmetiyê û wiha domand: "Tirkiye ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê welatekî pir girîng e. Di nav aliyan da ji hêla pêbaweriyê va sistbûneke cidî heye. Lazim e em pêbaweriyê di nav xwe da ji nû va zêde bikin. Rexneyên giştî, li hev heqaretkirin bi kêrî herdu aliyan jî nayê. Li Tirkiyeyê ji hêla siyasî va pêşveçûnek çêbû. Lazim e em geşedanan awayekî baş û di cih da binirxînin. Ji bo heyameke nû dest pê bike divê em li ser rewşa heyî bisekinin."
Amor got ku ew ê serdana xwe ya ewil di meha rêbendanê da ber bi Tirkiyeyê va bike.