Hakan Çopur
07 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2025
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump girîngiya Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê vekişîna eskeran û pêvajoya der barê boçûna li welêt da destnîşan kir û got ku "Serokomar (Recep Tayyîp) Erdogan dostê min e û ez hember wî rêz digirim. Wisa difikirim ku ew jî hember min rêz digire."
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump li Mar-A Lagoya li Florîdayê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojeva derva da nirxandinek kir.
Trump bi bîr xisr ku di heyama serokatiyê ya berê da ji şer xwe da alî û di daxuyaniyên xwe yûn der barê dê eskerên li Sûriyeyê vekişîne yan na û pêvajoya li welêt da girîngiya Tirkiyeyê destnîşan kir.
Trump got ku di heyama serokatiyê ya ewil da li Sûriyeyê DEAŞa rêxistina terorê têk bir û piraniya eskerên li welêt paş vekişiya û hember pirsên der barê rewşa rojane da girîngiya Enqereyê destnîşan kir.
Trump li ser pirsa gelo dê nêzî 2 hezarî eskerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê paşda vekişin yan na got ku "Ez dê vê ji we ra nebêjim ji ber ku ev yek parçeyeke stratejiuya eskerî ye. Lêbelê dikarim vê bibêjim ku ev rewşeke der barê Tirkiyeyê da ye."
Trump di mijarên der barê Sûriyeyê da bal kişand ser girîngiya Tirkiyeyê û got ku "Serokomar Erdogan dostê min e û ez hember wî rêz û siyanetê digirim. Wisa difikirim ku ew jî hember min rêz digire."