İsmet Karakaş
24 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2022
Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag beşdarî bernameya zindî ya TRT Haberê bû, rojev nirxand û pirs bersivandin.
Bozdag behsa biryara veguhastina Girtîgeha Diyarbekirê ya ji bo muzeyê kir û got girtîgeh xwedî navekî xirab bû, ji ber vê jî zirar dida îmaja Tirkiyeyê
Wezîr Bozdag got par Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyandibû ku Girtîgeha Diyarbekirê wê bê girtin ji ber vê jî mehkûmên li wir diman ji bo girtîgehên din hatin neqilkirin.
Bozdag wiha axivî: "Girtina girtîgeheke wiha ya bi binpêkirina mafan û bîranînên biêş va tê bibîranîn wek Wezîrê Edaletê ji bo me şeref û rûmet e. Wek hikûmet jî serkeftineke hikûmeta me ye, îradeyeke mezin e."
Bozdag anî ziman berê jî Girtîgeha Ulucanlarê û Girtîgeha Yassiadayê hatin girtin û wiha dewam kir: "Êdî di nav pergala înfaz û girtîgehan ya Tirkiyeyê da cihê Girtîgeha Ulucanlarê, Girtîgeha Yassiadayê û Girtîgeha Diyarbekirê tune."
Wezîr Bozdag destnîşan kir ku hewcedariyên girtiyan li gor mafên însanan û rûmetê tên temînkirin û wiha pê da çû: "Li Tirkiyeyê polîtîkaya rê nade îşkence û miemeleya nebaş ji roja ku em hatin ser desthilatiyê pê va hema kete rewacê."
Bozdag got di sûcên îşkence û miemeleya nebaş da dem ne pirsgirêk e, çaxê ku delîl derkevin holê pergala hiqûqê çi hewce bike dike rewacê.