Büşranur Keskinkılıç
25 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2025
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan sibê wê here Bexdaya paytextê Iraqê.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Wezîrê Karên Derva Fîdan sibê wê here Iraqê.
Li gor agahiyan Fîdan di serdanê da Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî, Serokê Meclisa Nûneran ya Iraqê Mehmûd Meşhedanî û Wezîrê Karên Derva û Alîkarê Serokwezîrê Iraqê Fuad Huseyîn jî di navê da wê bi rayedarên Iraqê ra bê bal hev.
Di hevdîtinan da wê têkiliyên Tirkiye û Iraqê û meseleyên herêmî yên di rojevê da bên gotûbêjkirin.