12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
ADIYAMAN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li Walîtiya Adiyamanê civîna ewlekariyê li dar xist.
Soyluyê ku bona hin seredanan hat Adiyamanê, digel Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Ewlekariyê Selamî Altinok, Şaredar Husrev Kutlu, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Metîn Alper, Parlementerên AK Partiyê Adnan Boynukara, Halîl Firat û Salîh Firat li Walîtiyê seredana meqama Walî Abdullah Erîn kir.
Soylu li vir Lênûska Şerefê îmze kir û paşê serokatiya civîna ewlekariyê ku bêyî amadebûna çapemeniyê hat lidarxistin, kir.
Civînê qedera 2 saetî ajot.
Di vê navberê da, Soylu çû cem ciwanên ku li ber Walîtiyê li benda wî bûn û bi wan ra qasekî sohbet kir, wêne da kişandin.