Fuat Kabakcı
28 Îlon 2026•Rojanekirin: 28 Îlon 2026
TEKNOFEST Başûrê Rojhilat a wê lê pêşangeh, qadên tecrubeyan, atolyeyên perwerdeyê û pêşbirkên teknolojiyê bên lidarxistin, wê di 30ê Îlonê da li Şanliurfaya ku bi dîroka xwe ya kevnar a bi hezaran salan va wekî "Bajarê Pêxemberan" tê binavkirin, dest pê bike.
Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevparê Ragihandina Global" e û bi rêveberiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê, Weqfa T3 û Şirketa Anonîm a ya Teknolojiyên Parastinê, Endazyarî û Bazirganiyê va tê birêvabirin, wê di navbera 30yê Îlonê û 4ê Cotmehê da li Şanliurfayê were lidarxistin.
Ji bo mihrîcanê li Balafirgeha GAPê qadek hat veqetandin ku li vir xebatên veguhastin û binesaziyê dewam dikin, qismên ku pêşangeh, qadên tecrubeyan, atolyeyên perwerdeyê û pêşbirkên teknolojiyê wê lê çêbin jî ji bo ziyaretvanan tên amadekirin.
Di TEKNOFESTa ku wê 5 rojan dewam bike da Bayraktar KIZILELMA, KAAN, Bayraktar TB3, HURJET, Bayraktar AKINCI û Bayraktar TB2 û gelek wesayîtên hewayî û bejahî wê werin pêşandan.
Her wiha platformên wekî ANKA, GOKBEY, ATAK, K2 Kamîkaze, MIZRAK, SÎVRÎSÎNEK, AS 532 T 38, BELL 429, AB 412, SH-70 SEAHAWK, F-16, CN-235 CASA, F-4 û P72 jî wê di mihrîcanê da bi ziyaretvanan ra bên bal hev.
Ev balafir û wesayîtên hewayî wê pêşandanên firînê, peraşût û paramotorê pêşkeşî ziyaretvanan bikin.
Ji bilî vê, bi Muzîkala HURJET û KAANê va konsera Semîcenk, Pêşbirka Agahiyê ya NSosyal Nodê û çalakiya "Dik Ya Te Ye" jî wê bên lidarxisatin.
Di mihrîcanê da pêşangeh, qadên tecrubeyan, atolyeyên perwerdeyê û pêşbirkên teknolojiyê û gotûbêj jî wê çêbibin.
Mihrîcan di 4ê Cotmehê da bi merasima girtinê û xelatdayînê va wê dawî bibe.