Li Wanê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" hat lidarxistin
Li Wanê ji bo nasandina çanda taştê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" hat lidarxistin
Yılmaz Kazandioğlu
07 Hezîran 2026•Rojanekirin: 07 Hezîran 2026
photo: Yılmaz Kazandioğlu / AA
VAN
Li Wanê ji bo nasandina çanda taştê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" hat lidarxistin.
Çalakî bi alîkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van TSO) û Serokatiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Wanê li qadeke li ser rêya nû ya qeraxê Gola Wanê hat lidarxistin.
Ji navenda bajêr û navçeyan gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Wezîfedarên li qadê, xwarinên ji bo taştê yên wekî penêrê bisîrim, mirtoxe, poxîn, cacix, to û hingiv dan ber mêvanan.
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn taştê xwarin û "Roja Taştê ya Dinyayê" pîroz kir.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Van TSOyê Necdet Takva di bernameyê da axivî û got ew serbilind in ku li Wanê kevneşopiyeke sedsalan bi tevahiya cîhanê ra di heman demê da parve dikin.
Wêne : Yılmaz Kazandioğlu/AA
Takva diyar kir ku taştêya Wanê bi saya sêrkêşiya Wezareta Karên Derva û bi wesîleya balyozxane û nûnertiyên li çar aliyê dinyayê bûye marqeyeke cîhanî û wiha axivî:
"Ev sifreya bi heybet a ku em îro li dora wê kom bûne, ne tenê tehma devan xweş dike. Ev sifreya taştê sifreyeke aştî, biratî, parvekirin û aramiyê ye. Dema ku em li ser vê sifreyê nanê xwe parve dikin, em bi rastî dostaniya xwe û baweriya xwe ya bi aştiyê jî xurt dikin. Taştêya Wanê ne menuyek e wisa ye ku bi tesadufî hatiye çêkirin. Ew di paşxaneya xwe da çandeke bi hezaran salan, ked û sadetiyê dihewîne. Ji penêrê bisîrim bigire heta mirtoxeyê, ji poxînê bigire heta hingiv bi qasî 20 xwarinên herêmî yên tescîlkirî û yên di rêya tescîlkirinê da ne va ev sifre mîratek e ku ji mirovahiyê ra hatiye pêşkêşkirin. Me di sala 2014an da bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan a bernameya 'Sifreya Taştê ya Herî Mezin a Dinyayê' va rekorek şikand û hêza vê mîratê ji hemû dinyayê ra ragihand."
Takva diyar kir ku îsal ji derveyî welêt jî mêvanên wan hene û wiha dewam kir, "Ji derveyî welêt gelek mêvanên payebilind hatin bajarê me û em şanaz û serbilind in ku li ser vê sifreya aştiyê mazûvaniya wan dikin. Ez bawer dikim ku bi vê wesîleyê me pireya biratiyê ava kir û ev pire wê bibe wesîleya xurtbûna bazirganî, çandî û têkiliyên civakî yên erdnîgariya herêma me."
Serokê Herêma Sanayiya Organîze ya Wanê Mehmet Aslan jî got, "Roja Taştê ya Dinyayê her sal yekşema ewil a meha hezîranê tê pîrozkirin, di derketina vê rojê da piştgiriya Wanê zêde ye. Bi saya xebatên danasînê yên Odeya Sanayiya Organîze ya Wanê taştêya Wanê bala tevahiya dinyayê kişand."
Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav, Waliyê Duhokê Elî Tetar û Waliyê Soranê Helgurd Şêx Necîb jî di bernameyê da axivîn û piştî axaftinan plaket hatin dayîn û bername kuta bû.
Midûrê Ewlehiya Wanê Murat Mutlu, Serokê TSOya Çorluyê Îzzet Volkan û endamên lijneya rêvebirinê, nûnerên saziyên civaka sivîl, rayedarên ku ji Iraqê hatin û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Li Wanê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" hat lidarxistin