Mikail Bıyıklı
25 Gulan 2026•Rojanekirin: 25 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Hefteya Malbatê ya Neteweyî da daxuyanî da.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir ku di hefteya dawî ya meha Gulanê da Hefteya Malbatê ya Neteweyî tê pîrozkirin, ev hefte ji bo weltê, milet û hemû malbatan bibe wesîleya xêrê.
Erdogan di parvekirina xwe da wiha got:
"Mueseseya malbatê di hukmê dibistanekê da ye ku tê da nasname û çand dijî, nirxên neteweyî û menewî tên mihafezekirin. Parastina vê mueseseyê û bi taybetî jî ji bo ku ji nifşên nû ra bimîne ev muesese seba welatê me û miletê me gelekî girîng e. Bi şîara şexsê hêzdar, malbata xurt û civaka xurt va em ê ji vir û şûnda jî seba parastin û xurtkirina malbatê hewildanên xwe bi biryardarî bidomînin."