Zafer Fatih Beyaz, Mümin Altaş, Özcan Yıldırım
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan ji bo şerefa lîder û hevjînan wan ên ku beşdarî 36emîn Lûtkeya NATOyê ya Serokdewlet û Serokhikûmetan bûn, şîv da.
Şîva ku li Kulliyeya Serokomariyê hat dayin, ji çapemeniyê ra girtî bû.
Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan li pêpelûkên Avahiya Sereke ya Serokomariyê pêşwaziya Serokdewlet û serokhikûmet û hevjînên wan ên beşdarî lûtkeyê bûne kirin.
Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan cihê cihê bi mazûvanan ra fotograf kişand.
Serokê DYAyê Donald Trump bi wateya ku sirûda ku Yekîtiya Mehteranê lê da, ecibandiye bi destê xwe nîşaneyê "OK"ê kir.