İsmet Karakaş
25 Îlon 2026•Rojanekirin: 26 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Kurd birayên me ne. Hezar sal e em bi hev ra dijîn. Şahiya me jî yek e. Ez her tim dibêjim: Kurd, Ereb û Tirk em wekî goşt û neynûk in. Em aramî, ewlehî û û refaha birayên xwe yên Kurd ji hesabên rêxistinên teroran û hêzên derva cuda digirin."
Serokomar Erdogan pirsên kovara Newsweekê ya ku li Amerîkayû weşanê dike bersivand.
Serokomar Erdogan li ser pirsekî behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a li Tirkiyeyê kir û di vê mijarê da av daxuyanî dan:
"Em biryarên xwe fesixkirin û çekdanînê yên PKKyê di vê çarçoveyê da wekî qonaxeke girîng dibînin lêbelê ya esil ew e ku biryarên hatine hildan li sehayê bêkêmasî bên tetbîqkirin. Bi hemû hêmanan va çekdanîna rêxistinê, tasfiyekirina rêxistina îllegal û ji hêla saziyên eleqedar ên dewleta me va teyît û tesbîtkirin vê pêvajoyê hewce dike. Em geşedanên li Sûriyeyê jî bi heman nêrînê dişopînin. Di bin banê dewletê da yekbûna hemû hêmanên çekdar ên li wir, ji hêla tahkîmkirina desthilatdarî, yekîtiya axê û civakî ya Sûriyeyê va zarûrî ye. Em piştgiriyê didin ku ev pêvajo li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev pêş bikeve, pergaleke ku Kurd jî di nav da hemû gelên Sûriyeyê xwe ewledartir, azadtir û murefehtir hîs bikin bê avakirin. Yekîtiya Sûriyeyê çiqas xurt bibe ewlehiya herêma me jî dê ew qas xurt bibe.
Em teşebûsên PKK/PJAKê yên di dema geşedanên li Îranê da ji sûdwergirtina şertên derdikevin holê jî ji nêz va dişopînin. Pirsgirêkên navxweyî yên Îranê bi awayekî ji midaxeleyên dervayî dûr, divê ji hêla gelê Îranê va bê çareserkirin. Hereketkirina xetên şikestinê yên etnîk û mezhebî dê Îranê û hemû herêma me ber bi bêîstiqrariyeke mezin va bibe. Divê destûrê nedin vê."
- "Kurd birayên me ne"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku pêvana Tirkiyeyê nasnameya etnîk nîne, teror, tundî û tehdîda dijî ewlehiya me ya neteweyî ye û wiha axivî:
"Kurd birayên me ne. Hezar sal e em bi hev ra dijîn. Şahiya me jî yek e. Ez her tim dibêjim: Kurd, Ereb û Tirk em wekî goşt û neynûk in. Em aramî, ewlehî û refaha birayên xwe yên Kurd ji hesabên rêxistinên teroran û hêzên derva cuda digirin. Pîvana Tirkiyeyê nasnameya etnîk nîne, tehdîda teror, şîdet û dijî ewlehiya me ya neteweyî ye. Em di wê baweriyê da ne ku divê destûr neyê dayîn ku li herêma me tu civak di şerên wekaletê yên welatên din da bên bikaranîn."