Önder Beyter
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
VAN
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş der heqê êrîşa terorê li Batmanê da wiha got, "Van êrîşên terorê gel dê înşelah çi zû çi dereng berteref bike. Van birên terorê ku bendê wan di destê yên din da ye, berteref bike."
Kurtulmuş ji bo beşdariya "Festîvala Gulaşa Birûn a ji Kirkpinarê Heya Gurpinarê" ku li Gurpinara navçeya Wanê tê lidarxistin, hat Wanê û li vê derê li tesîsên Şaredariya Bajarê Mezin Wanê ligel mensûbên çapemeniyê hat cem hev.
Kurtulmuş der heqê êrîşa terorîstên PKKyî ya li Batmanê da daxuyanî da rojnamegeran û wiha got, "Ez çawa hatim Wanê, ev xebera nexweş hat. Ev demeke dirêj e ku hemû parêzgehên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bûne diyarê aramiyê. Ji ber vê qasê em şad in. Jixwe ya herî girîng ew e ku gel li her derê aram bijî."
- "Birên terorê dê bên berterefkirin"
Kurtulmuş diyar kir, rêxistina terorê bi salan e hewl dide ku xizmetên ku ji bo gel tên kirin, asteng bike û wiha dewam kir, "Mixabin herî dawî jî eskerên me yên ku ji bo ewlekariya fealiyeta înşeatekê hatibûn peywirdarkirin, di encama teqandina teqemeniyeke destçêkir da bi awayekî xaînane hatin şehîdkirin. Van êrîşên terorê gel dê înşelah çi zû çi dereng berteref bike. Van birên terorê ku bendê wan di destê yên din da ye, berteref bike."
Kurtulmuş seba eskerên ku di êrîşa terorê ya xaîn da şehîd ketin, hêviya rehmetê û seba malbatên wan û gel jî hêviya sebrê kir.