Türkan Tosun
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
MÛSIL
Li Mûsila bajarê Iraqê goreke komî ya ku tê da 30 cesed hene, hat dîtin.
Hat tespîtkirin cesedê hin parlamenterên berê jî di vê gorê da ne.
Serefser Kerîm el Ubeydiyê di artêşa Iraqê da wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li herêma Badoşê ya li rojavayê Mûsilê goreke komî ya ku tê da 30 cesed hene, hat dîtin.
Ubeydî got cesedê hin namzedên ku beşdarî hilbijartinên 30yê Nîsana 2014an bûbûn jî di gorê de hene û bi bîr xist ku ev kes di 2014an da ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va hatibûn girtin.
Neteweyên Yekbûyî duh raporek weşandibû û gotibû li Iraqê herêmên di destê DEAŞê da ne ji 200î zêdetir merzelên komî yên cesedê bi hezaran kesan hene, hatine dîtin.
Di raporê da hat gotin DEAŞê di navbera salên 2014 û 2017an da li Iraqê gelek cih bi dest xist, bi awayekî sîstematîk mafên mirovan ên navneteweyî binpê kir, sûcên şer û yên dijî mirovahiyê kir û komkujî kir.