Ekip
22 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê têkiliyên bazirganî yên welatên Behra Reş kir û got "Em dikarin îcraetên xwe bi serkeftî bibin serî. Dibe ku di aboriya me da kêşe tunebin, dibe ku ber û dahata çandiniya me baş be, lêbelê heger em derfet nedin ku însan, mal, xizmet û sermiyan bi awayekî serbest di navbera welatên herêmê da biçin û bên, wê demê tu wateyeke van tiştan namîne. Di van herdu salên vê axiriyê da bazirganiya di navbera welatên herêmê da paşda maye û herwiha ev yek jî dide nîşan ku gelek kar û şixul li benda me ne."
Zîrweya 25emîn Salvegera Damezrandina Rêxistina Hevkariya Aboriyê ya Behra Reş li Navenda Kongre û Pêşangehê ya Lutfi Kırdar li Stenbolê bi axaftina Erdogan dest pê kir. Piştre Serokwezîr Yildirim jî axaftinek kir.
Yildirim bal kişand ser wê yekê ku dibe carinan hin problemên siyasî di navbera welatan de çêbibin lê ev demkî ne, divê li van asê nemînin.
Serokwezîr Yildirim têkiliyên bazirganî kir û wiha pê de çû: "Em dikarin îcraetên xwe bi serkeftî bibin serî. Dibe ku di aboriya me da kêşe tunebin, dibe ku ber û dahata çandiniya me baş be, lêbelê heger em derfet nedin ku însan, mal, xizmet û sermiyan bi awayekî serbest di navbera welatên herêmê da biçin û bên, wê demê tu wateyeke van tiştan namîne. Di van herdu salên vê axiriyê da bazirganiya di navbera welatên herêmê da paşda maye û herwiha ev yek jî dide nîşan ku gelek kar û şixul li benda me ne."