17 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
TORONTO
Piştî encama dengdayîna gel a guhertina destûrê, li gorî encamên nefermî "ere"ê derket, welatiyên Tirkên li Kanadayê piştî encamê li bajarê Torontoyê tûr avêtin û encam pîroz kirin.
Weletiyên li Kanadayê bi navenda Kordînasyona Hilbijartinê a Kanadayê (SKM) ya AK Partiyê li navenda Çand a Îslam a Anadoluyê serê sibê kom bûn û li referandûmê temaşe kirin.
Serokê SKMyê ya Kanadayê yê AK Partiyê piştî ku sindoq bi tevahî vebûn daxuyanî da û got: "Me bi destûra Xwedê qazanc kir. Ji sedî 51 be, ji sedî 50,5 be bila be ferq nake. Bila em hevdu neêşînin."
Piştî xwarinê welatiyên Tirkiyê li Kanadayê li nava bajarê Torontoyê tûr avêtin.
Herwiha Serokê SKM ya Kanadayê yê MHPê Cengîz Yilmaz, alîkar Nîhat Karaman û hin MHPyî jî bêşdarî organîzasyonê bûn.