10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ADANA
Li Edenê di atolyeke mobîlyayê de şewt derket, ji ber şewatê xisareke mezin çêbû.
Li gorî agahiyan, li taxa Guzelevlera navçeya Yuregîra navend, li kolana 2046an di atolyeya mobîlyayê de şewat derket. Welatiyên bi şewatê hesiyan bangî tîmên agirkûjiyê kirin.
Li ser îxbarê gelek ekîbên agirkûjiyê hatin cihê bûyerê û mudexeleyî şewatê kirin.
Ji ber ku xwediyên atolyeyê gotin di avahiyê de kesek maye, ekîbên agirkûjiyê li avahiyê lêgerîneke berfireh kir; lê tû kes nehat dîtin.
Sedema şewatê tê lêkolînkirin.