Türkan Tosun
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ANKARA
Nifûsê Tirkiyeyê di 2017an de li gor sala borî 995 hezar û 654 kes zêde bû û bû 80 milyon û 810 hezar û 525 kes.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) "Encama 2017an a Sîstema Qeyda Nifûsê ya Li Gor Navnîşanê" eşkere kir.
Di sala 2016an da nifûsê welêt 79 milyon û 814 hezar bû. Ev rêje 995 hezar û 654 kesan va zêde bû û di dawiya 2017an de bû 80 milyon û 810 hezar û 525 kes.
Rêjeya nifûsê mêran bû ji sedî 50,2 (40 milyon 535 hezar û 135 kes), nifûsê jinan jî bû ji sedî 49,8 (40 milyon û 275 hezar û 390 kes).
Rêjeya leza zêdebûna nifûs yê salane di sala 2016an de ji hezarî 13,5 bû, di sala 2017an de ev rêje dakete ji hezarî 12,4an.
Rêjeya kesên ku di navenda bajêr û navçeyan de dijîn di sala 2016an de ji sedî 92,3 bû, ev rêje di sala 2017an de bû ji sedî 92,5.