Sevim Hatun
20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 20 Hezîran 2016
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan-Îranê (Î-KDP) Mustafa Hîcrî îdia kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê sedema ciyêwaziya ku di navbera partiyên siyasî yên kurd da çêdibe û sedema kûrbûna qeyranên heyî Îran e.
Hîcrî beşdarî merasima sersaxiyê ya 6 pêşmergeyên ku li eyaleta Azerbaycanê ya dikeve aliyê rojavayê Iraqê, di şerê bi eskerên Îranê ra dihat kirin da mirin bû û li vir axivî.
Merasim li baregeha Î-KDPê ya li Koyêya navçeya Hewlêrê hat kirin.
Hîcrî di merasimê da got ku rêvebiriya Îranê 37 salin ne tenê li hemberî maf û azadiyên Kurdên li Îranê disekine yê li herêmên din jî asteng dike û wiha dewam kir:
"Ji ber vê yekê di navbera hemû Kurdan da îxtilaf heye, Kurd ji hev du qetiyane sedema vê jî siyaseta ku Komara Îslamê ya Îranê birêva dibe ye. Niha Kurdistana Iraqê ji aliyekî va li dijî DAEŞê şer dike ji aliyê din va jî ji bo çareserkirina qeyranê hewl dide; lê li wir partiyên siyasî li hev du nakin. Em dikarin bibêjin ku sedema vana Îran e."
Hîcrî got ku hin îdia hene, dibêjin ku hin hêzên dereke alîkariya Î-KDPê dikin da ku êrîşî Îranê bike û wiha dewam kir: "Hikûmeta Îranê îdia dike ku Erebistana Siûdî û Amerîkayê di êrîşên herî dawî hatin kirin da, alîkarî da. Guya welatên navborî alîkariya me dikin."
Hîcrî bal kişand ku tu kesî alîkarî neda ye Î-KDPê û wiha qise kir: "Geşedanên li Îranê çêdibin, girêdayî daxwaz û telebên gelê wir e. Lê ê me pêşmerge û gel piştevaniya me dikin."
Hatibû îdiakirin ku li herêmên cuda yên Îranê di navbera eskerên Îranê û pêşmergeyan da, di 15ê hezîranê da şer çêbû, di şer da 20 esker û 6 pêşmerge mirin. Hikûmeta Îranê derbarê şer da heta nuha daxuyanî neda.