Nihat Kavşut
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Divê welatiyên me bizanibin ku aboriya Tirkiyeyê li ser bingeheke zexm e û bingeha pergala bankeyan jî xurt e."
Yildirim der barê bihabûna pîvaz û kartolan da wiha got: "Ev spekulasyon e. Hûn ê bibînin ku em ê di nav çend rojan da li ser vê meseleyê nepeyivin."
Yildirim: "Di heyama pêş da em dixwazin li ser 5 sektoran mezin bibin. Ev sektor jî ev in: Pîşesaziya çêkirina makîneyan, otomotîv, derman-kîmya, elektronîk û xwarin û xurek."
Yildirim: "Li bakurê Iraqê 11 baregehên me yên demkî hene. Li qadeke 400 kîlomêtroqere operasyon hatin kirin û eskerên me xebatên xwe didomînin."
Serokwezîr Yildirim der barê operasyonên li Qendîlê da wiha got: "Em car caran bi operasyonên esmanî wir belawela dikin û bombe dibarînin. Niha jî dema dikevin tengasiyê derbasî aliyê Îranê dibin û li wir jî dema dikevin tengasiyê derbasî aliyê Iraqê dibin. Bi operasyonên esmanî hêsan e ku meriv kozikên terorê belawela bike û ji holê rake. Me ji berê da li bakurê Iraqê wekî operasyonên Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest bi xebatan kiribû."