Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
VAN
Omer Amaçtanê atletê ji Wanê di Şampiyonaya Atletîzm a Ewropayê ya U18ê ya li Macaristanê hat lidarxistin da kete rêza 2yan.
Şampiyonaya Atletîzm a Ewropayê ya U18ê li Gyora bajarê Macaristanê tê lidarxistin. Ji 60 welatî 214 atlet beşdarî şampiyonayê bûn û li ser navê Tirkiyeyê jî Omer Amaçtan beşdarî şampiyonayê bû. Amaçtan di pêşbaziya 3 hezar metreyî da bû 2yemînê Ewropayê û madalyaya zîv sitand.
Li bendê ne ku Amaçtan beşdarî Olîmpiyadên Ciwanan a Dinyayê ya ku li Arjantînê were lidarxistin bibe.
Nevzat Înançê Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê yê Bajêr di daxuyaniya xwe da bal kişand ser girîngiya vê serkeftinê û Amaçtan û antrenorê wî pîroz kir.
Kemal Koyuncuyê antrenorê Amaçtan jî got hem li Wanê hem jî li Tirkiyeyê serkeftineke mezin bi dest xistin û ji kesên piştgirî dan ra jî sipas kir.