Sevim Hatun
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an got, "24ê Hezîrana 2018an ji bo miletê me rojeke girîng e. Berpirsan bi dorfirehî tedbîr standine. Wê tu tiştekî rê li ber negire, hilbijartineke serkeftî wê derkeve holê."
Bahçelî raya xwe li ser sandoqa bi jimara 1297an a li Dibistana Navîn a Anittepeyê da.
Bahçelî piştî dengdayinê daxuyanî da rojnamegeran got, "Bila ji bo miletê me, dewleta me bi xêr be. 24ê Hezîrana 2018an ji bo miletê me rojeke girîng e. Berpirsan bi dorfirehî tedbîr standine. Wê tu tiştekî rê li ber negire, hilbijartineke serkeftî wê derkeve holê."