Önder Beyter
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
VAN
Bajarê Wanê ku di erdheja bi 7,2 mezinahî ya di 23yê Cotmeha 2011an da zirareke mezin gihîştê, bi veberhenanên ku di nava 7 salên derbasbûyî da hatin kirin va şopên erhejê jê birin û bû yek ji bajarên herî pêşketî yên herêmê.
Wan di 23yê Cotmeha 2011an saet 13.41an da bi erdheja ku mezinahiya wê 7,2, navenda wê, gundê Tabanli bû û 26 saniyeyan ajot va lerizî.
Di erdhejê da li navenda bajêr, navçeya Erdîşê û gelek gundan zirar û ziyan çêbû û welatên ku ji erdhejê filitîn jî heya ku ekîbên xilaskirinê xwe pê ra gihandin, bi derfetên xwe hewl dan ku însanên di binê kavilan da derxin.
Piştî erdhejê destxwera li navenda Wanê û li navçeya Erdîşê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dest pê kirin. 295 ambulans, 56 wesayîtên UMKEyê, 6 helîkopterên ambulans, 2 balafirên ambulans û 2 hezar û 400 personelê tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Piştî qewimîna erdhejê di 6 saetên ewil da li ser kavil 71 ekîbên xilaskirinê xebitîn û dû ra 140 ekîbên ji nava welêt li ser kavil xebatên xilaskirinê meşandin. Peywirdar bi şev û roj xebitîn da ku welatiyên di bin kavilan da xilas bikin. Herwiha 42 kûçikên perwerdekirî jî beşdarî van xebatan bûn.
Kesên ku di erdhejê da birîndar bûn jê hezar û 673 kes bi rêya bejayê, 194 kes jî bi balafir û helîkopterên ambulans va gihandin nexweşxaneyên li bajarên din. Duwazdeh ekîbên mobîl li gundên ku xesar dîtin, xizmeta tenduristiyê dan 11 hezar û 500 erdhejzedeyan.
Li bajarê Wanê di erdheja 23yê cotmehê da 604, di ya 9ê mijdarê da jî 40 kesî jiyana xwe ji dest da.
- Ji bo ku erdhejzede bisitirin xebat meşandin
Piştî erdhejê hemû welat seba Wanê seferber bû, Serokwezîrê serdemê Recep Tayyîp Erdogan di serî da gelek wezîr, siyasetmedar û xebatkarên saziyên civaka sivîl hatin bajêr.
Wezîrên ku çûn ciyê erdhejê û xebat bi xwe bi rê va birin, pêşiyê bi kordînasyonê va giranî dan xebatên lêgerîn û xilaskirinê û dû ra hewl dan ku pêwîstiyên erdhejzedeyan ên sereke bînin cih.
Ji ber berdewamkirina lerzên dumahîkê welatî ditirsiyan ku bikevin malên xwe û ji bo vê jî ewil 75 hezar kon hatin belavkirin. Piştî ku serma ket erdê û şûnda dewletê ji bo kesên bêderfet 35 bajarên konteyner yên ku ji 29 hezar û 500 konteyneran pêk dihat, ava kir. Bi vî awayî welatiyan derfet dît ku ji bo demekê serê xwe bixin bin banekî.
Piştî ku 13 roj bi ser erdhejê ra derbas bû, di roja çaremîn a Eyda Qurbanê da di 9ê mijdarê da bajar bi 5,6 mezinahiyê va careke din jî hejiya.
Ji ber tirsa erdhejê welatiyan koç kir û bajêr terikandin û ji ber vê yekê bajêr xalî bû. Beriya ku mehek di ser erdhejê ra derbas bibe, rayedaran seba erdhehzedeyan dest bi xebata înşakirina xaniyan kir. Herwiha ji bo ku welatî demildest bikaribin serê xwe bixin xaniyekî û bisitirin, xebatên çêkirina avahiyan bênavber di demsala zivistanê jî domand.
Di yekemîn salvegera erdhejê da 17 hezar û 489 xanî hatin ber qonaxa kutabûnê. Ji xeynî van, TOKÎyê 30 dibistan, 27 mizgeft, 10 navendên bazirganiyê û 16 bufe bi 52 mitehîtan dan çêkirin.
Di înşeatên TOKÎyê da 19 hezar û 826 personel li gorî rêgeza 24 saetan xebitîn. Herwiha li deverên ku xaniyên erdhejzedeyan hatin çêkirin, 16 hezar û 650 dar jî hatin danîn.
Piştî erdhejên 23yê cotmehê û 9 mijdarê, ji aliyê pisporên AFADê va li navenda Wanê, navçeyên Erdîş û Edremîtê û gundên girêdayî wan, xebateke berfireh a tesbîtkirina xesarê hat kirin.
- "Tu hema bêje li Wanê jinûva bajarek hat avakirin"
Midûrê AFADê yê Parêzgeha Wanê Osman Uçar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî erdheja Wanê, dewlet û hikûmetê di maweyeke kin da xebatên pir girîng kirin.
Uçar bal kişand ku bi van xebatan va pêwîstiyên welatiyan kêm zêde hatin dabînkirin û wiha dewam kir, "Piştî erdhejê xebat hatin kirin û di warê xanîçêkirinê da li Wanê tu hema bêje jinûva bajarek hat avakirin. Mexdûriyeta welatiyan bêyî ku gelekî wext di ser ra derbas bibe ji holê hat rakirin. Heta niha me 17 hezar û 489 xanî temam kirin û teslîm kirin. Ligel vê me piraniya 12 hezar avahiyên gundan jî temam kirin û teslîm kirin û herwiha xebat dewam dikin ku yên mayîn jî bên teslîmkirin."