15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Organîzasyona herî mezin a di asta qlûbên fitbola Ewropayê de tûra 16emîn a Lîga Şampiyonan destpê kir.
Tîma Fransî PSG, li yarîgeha Parc des Princesê nûnera Spanyayê Barcelona kire mêvan.
Tîma Parisê bi awayekî serkeftî dest bi musabeqeyê kir û di deqîqeya 18an de bi gola Angel Di Maria 1 û 0 jet pêş. Di deqîqeya 40î de bi gola Julian Draxler jî di nîveka yekem de rewş kir 2 û 0.
Di nîveka duyem de jî 2 gol avêtin û encam bû 4 û 0.
PSG bi vî awayî piştî Milan, Dinamo Kiev, Valencia, Chelsea û Bayern Munîhê bû tîma 6emîn ku 4 golan di Lîga Şampiyonan de davêje.
Herwiha di musabeqeya din de jî tîma Portekîzê Benficayê tîma Alman Borussia Dortmund li paytextê welatê xwe Lizbonê li yarîgeha Luzê mexlûb kir.
Rovanşa maçan wê di 8ê Adarê de li yarîgehên din bê lîstin.