19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek diyar kir ji bo ku têkiliyên bazirganî xurt bibin û qedexe werin rakirin hevdîtinên navheyetî hatin kirin û mifadar derbas bûn. Şîmşek wiha got: "Hefteya pêşiya me ji Rûsyayê heyeteke teknîkî wê were Tirkiyeyê. Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dvorkovich wê di 6-7ê gulanê da were Tirkiyeyê û em ê mizakereyên dawîn bikin."
Şîmşek beriya ku ji bo Civînên Heyama Biharê yên IMF û Banqeya Dinyayê biçe Amerîkayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê ziyreta xwe ya ku duh li Rûsyayê kir da agahî dan.
Şîmşek bi bîr xist ku ew û heyeteke ku Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybek jî di nav da bû ji bo têkiliyên aboriyê duh çûn Moskovayê û bi Alîkarê Serokwezîr Arkady Dvorkovich ra hevdîtin kirin û li ser hemû pirsgirêkan sekinîn.
"Li Moskovayê hevdîtinên me yên navheyetî mifadar derbas bûn. Hefteya pêşiya me ji Rûsyayê heyeteke teknîkî wê were Tirkiyeyê. Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Dvorkovich jî wê di 6-7ê gulanê da were Tirkiyeyê û em ê mizakereyên dawîn bikin."