18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
PARÎS
Di çarçoveya Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) da ku li Fransayê tê kirin, cara duyemîn alaya Tirkiyê bi Birca Eyfelê va kirin.
Tîma Neteweyî ya Ayê li Niceê bi Îspanyayê ra hat bal hev û li ser Twitterê di rêza rojane da bi rêjeya ji sedî 30yî cara duyemîn bû tîma ku herî zêde piştgiriyê distîne. Di rêjeyê da piştî Tirkiyeyê ji sedî 26,6 Xirwatistan û ji sedî 19,9 Îtalya tê.
Tîma Neteweyî ya Ayê di rêjeya giştî da jî bi rêjeya ji sedî 23,7 yekemîn e.
Di şampiyoniyê da li ser Twitterê her roj ji bo tîma ku pêşbirka wê heye kampanya tê kirin û rengên tîma ku herî zêde ray distîne bi Birca Eyfelê va dikin.
Birc 15 deqîqe bi rengên tîma ku tê hilbijartin ronî dibe. Wek mayîn roja ku pêşbirk heye bi saya projeksiyonê alaya tîma ku tê hilbijartin li ser gogê nîşan didin.