09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ANTALYA
Sektora tûrîzmê ji hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hêvî dike ku qedexeya li ser seferên charterê ya navbera herdu welatan were rakirin û bazara Rûsyayê wek berê bibe.
Serokê Federasyona Otelkarên Tirkiyê (TUROFED) Osman Ayik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ê wek tûrîzmkaran hevdîtina her du lîderan bi baldarî bişopînin.
Ayik got ku ji aliyê tûrîzmê va ji bo bazara Rûsyayê sê cure hedef hene, lê ji bo wan ya herî girîng demildest rakirina qedexeya li ser seferên charterê ne û wiha dewam kir: "Vê gavê mijara ku em dixwazin acîl were çareserkirin, cardin destpêkirina seferên charterê ne. Ya ku bazara Rûsyayê dîsa xurt bike û hejmara tûrîstan zêde bike, ev mijar e."
"Mijara vîzeyê duyemîn mijara girîng e"
Serokê Yekîtiya Otelkar û Kargêrên Tûrîstîk a Behra Spî (AKTOB) Yusuf Hacisuleyman jî diyar kir, ew li bendê ne ku ji hevdîtina her du lîderan rakirina qedexeya li ser charterê derbikeve û wek berê bibe.
Hacisuleyman destnîşan kir, seferên biterîfe ji aliyê hewakariy sivîl va rêbazên xwe yên cuda hene, seferên charetê jî girêdayî rêziknameyeke cuda ne û li gor seferên biterîfe pir serbest e û wiha dewam kir: "Ji aliyê qabîliyeta hereketa mişteriyan va seferên charterê pir girîng e."
Hacisuleyman diyar kir, ew li bendê ne ku mijara vîzeyê jî were rojevê û wiha dewam kir:
"Ji bo welatiyên tirk astenga vîzeyê heye, em li bendê ne ku ev jî were rakirin. Lewra girseyeke mezin jî wek tûrîst diçin Rûsyayê. Divê ji bo her du welatan jî çûn û hatina tûrîstan were teşwîqkirin. Ji ber vê yekê mijara vîzeyê jî wek qedexeya charterê girîng e."