Elif Orhan
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Dadgeha bilind a Pakistanê FETOyê wek rêxistina terorê îlan kir û ji aliyekî va jî dibistan teslîmî Weqfa me ya Mearîfê hatin kirin, ev geşedanên xweş in."
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan piştî hevdîtinên rû bi rû û nav heyetan de li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokomar Erdogan got kêfxweş e ku Serokwezîrê Pakistanê Xan û heyeta wî li paytextê diezimîne û got ku bi hevdîtina dualî ya ku kirin firsenda wan çêbû ku li ser hemû têkiliyên di navbera Tirkiye-Pakistanê de bisekinin.
- "Geşedanên kêfxweşiyê didin"
Erdogan qal kir nirxandin ku ji rabirdûyê heta îro û heta sibê dikarin çi bikin û wiha axivî:
"Di hevdîtinên navbera heyetan de me qala kêfxweşiya xwe ya ji ber hevkariya siyasî, eskerî, aborî, bazirganî, çandî ya di navbera me de û bi taybetî memnûniyeta me ya ji ber biryara ku dadgeha bilind a Pakistanê dijî rêxistina terorê ya ku dibêjinê FETO sitand kir. Lewra dadgeha bilind li Pakistanê îlan kir ku FETO rêxistineke terorê ye û ji aliyekî din ve jî dibistanê wan teslîmê Weqfa me ya Mearifê bûn, ev yek jî tabî kî geşedanên wisa bûn ku kêfxweşiyê dan. Ez bawer dikim ku di pêvajoya ji niha pê ve jî dê ev piştevanî dewam bike."
Erdogan da zanîn Xanê Serokwezîrê mêvan piştî ku hat ser peywirê ziyareta Tirkiyeyê ya ewil kir û bi vê wesîleyê ji ber serkeftina ku di hilbijartinan de bi dest xist ew pîroz kir.
Erdogan destnîşan kir ku Serokwezîr Xan di heman demê de werzîşvanek e û wiha axivî:
"Birêz Îmran Xan bi taybetî di werzîşa krîketê de çendî salan ji bo welatê xwe serkeftin bi dest xistin û ez wisa bawer dikim ku dê di siyasetê de jî serkeftinan bi dest bixe. Ji ber ku "qaptanê" tîmê bû jî dibêjinê qaptan. Min jî di fitbolê de çendî salan qaptaniya tîmê kir. Em jî wisa hatin bibîranîn, tên bibîranîn. Ew di heman demê de gelekî ji Mewlana jî hez dike. Her wiha duh bi ziyareta xwe ya Konyayê ya Mewlana jî ev anîn ziman. Birêz Serokwezîr beriya ku bê Enqereyê li Konyayê gora Hezretê Mewlana ziyaret kir û ev yek jî nîşaneya vê hurmet û mihabetê ye."
- "Tirkiye digel Pakistanê ye"
Erdogan destnîşan kir ku kokên têkiliya dostaniya Tirkiye û Pakistanê xwe digihîne dîrokî û du welatên bira ne û wiha axivî: "Ev biratî di demên herî krîtîk de bi piştgiriya ku dan dozên neteweyî ji gelek dijwariyan xilas bûye. Tirkiye wekî duh îro jî digel Pakistanê ye, dê ji niha pê ve jî li balê cî bigire."
Erdogan bal kişand ku Pakistanî li Tirkiyeyê di nav piştevaniyeke xurt de ne û wiha axivî: "3 dibistanên li Îslamabadê û avahiya birêvebiriyê dewrî qeqfa me hat kirin ev nîşaneya herî xweşik a vê yekê ye. Min bi vê wesîleyê spasiya Birêz Îmran Xan kir, ez li ser navê gelê xwe jî dibêjim."
- "Lûtkeya Sêalî ya Stenbolê piştî hilbijartinên 31ê adarê ye"
Erdogan da zanîn di hevdîtinên ku îro bi Serokwezîr Xan re kirin de ji her aliyan ve li ser têkiliyên her du welatan sekinîn û got ku "Me arezûya xwe ya ji bo ku civîna muteaqib a Konseya Hevkariya Stratejîk a Ast Bilind a Tirkiye-Pakistanê li Îslamabadê bê kirin parve kir. Wezîrên me yên Karên Derve dê xebatên hewce bikin dîrokê diyar bikin û înşeallah em ê îsal vê bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku digel vê pêngaveke gelekî girîng avêtin û destnîşan kir dixwazin ku van lûtkeyên ku di navbera Efxanistan-Pakistan-Tirkiyeyê de wekî Lûtkeya Sêalî ya Stenbolê didomin bidomînin.
Erdogan da zanîn ku bi Serokomarê Efxanistanê Eşref Xanî re hevdîtin kir û wî jî ev erênî dît û ev gotin: "Niha di hevdîtina ku min bi birêz birayê xwe re kir de wî jî ev erênî dît. Bi vî awayî em ê Lûtkeya Sêalî ya Stenbolê di demek herî nêz de ku îxtimaleke mezin piştî hilbijartinên 31ê adarê li Stenbolê bikin."
Serokomar Erdogan qal kir wisa bawer dike ku Lûtkeya Sêalî ya di navbera Efxanistan, Pakistan û Tirkiyeyê de dê bibe wesîleya çareserkirina gelek pirsgirêkan.
- Me telîmata hewce da wezîrên xwe yên eleqedar"
Erdogan diyar kir ji bo xebatên dikarin ku hecma bazirganiya dualî ya di navbera Tirkiye û Pakistanê de derkeve asta hêjayê têkiliyên her du welatan bikin û xebatên divê wezîr bikin jî bi Serokwezîr Xan re axivîn û got ku "Me vir bi taybetî vîna xwe ya ji bo ku Peymana Bazirganiyê ya Serbest ji îmzekirinê bê amadekirin nîşan da. Ji bo ku di vê mijarê de xebatên hewce bikin me telîmat da wezîrên xwe yên eleqedar."
Erdogan got ku wek Tirkiye karsaz û veberhêneran teşwîq dikin ku li Pakistanê bêtir fealiyetê bikin û qal kir ku dê bi karsazên ji Tirkiyeyê re biçin Civîna Konseya Stratejîk a Ast Bilin a di ziyareta Pakistanê de û bi heman awayî dê bi karsazên Pakistanî re bên bal hev.
Erdogan qal kir ku di mijara ji bo ku li Pakistanê atmosfera kar berdewam be jî Serokwezîr Îmran xan dê hewldanên xwe kêm neke û wiha axivî:
"Em di hevdîtinên xwe yên îro de li ser pêşxistina derfetên gihandinê jî sekinîn. Me li ser mijarên navneteweyî de jî nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Firsenda me çêbû ku em geşedanên melûm ên li Sûriyeyê diqewimin binirxînin. Tirkiye û Pakistana ku nirxên wan ên hevpar hene di platformên herêmî û navnetweyî yên wekî Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya Neteweyên Yekbûyî, Teşkîlata Hevkariya Aborî û D-8ê di nav piştevaniyê de ne. Ez dixwazim diyar bikim ku di vê çarçoveyê de em îstişare û hevkariya xwe didomînin."