Nihat Kavşut
27 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
ANTALYA
Civîna Dewletên Kêmpêşketî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di mazûvaniya Tirkiyeyê da dest pê kir.
Gelek wezîr û rayedarên payebilind ji bo beşdarî civîna ku li Titanic Belek Otelê tê çêkirin bibe, hatin Antalyayê.
Piştî rûniştina ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi wezîr û nûnerên dewletan ra wêne kişand.
Piştî xeberdana Çavuşoglu wê rûniştina ewil dest pê bike.
Civîna îro piştî resepsiyona ku Tirkiye dide wê bi dawî bibe.