11 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
BURDUR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Dadgeha Makezagonê li vî welatî lazime di nav saziyên ku di mijara parastina berjewendî, mafên mirovan, dewlet û welêt de ya herî xesas be. Lê vê saziya hanê digel serok û hin endamên wê ve di demên dawîn de li hemberî êrîşa ku ser Tirkiyeyê hat kirin de li dijî welatê xwe biryar dan û texsîr jî nekirin."
Serokomar Erdogan: "Ev sextekar in, canbaz in. Kerem bikin mêzekin, hemû hîleyên wan derdikevin holê. Yanê çi ye, azadiya çapemeniyê ye. Hela bînin bîra xwe rojnameya wan e û li ser sûc tên girtin. Wezîfedarên ewlekariyê diçin wê derê ji bo ku pêşî li wezîfedaran bibirin xuşkên me yên sergirtî û yên servekirî li wê derê kom kirine. Vana di hilbijartinê da li Başûrê Rojhilatê ev xuşkên me yên sergirtî bi PKKyiyan ra anîn ba hev."
Serokomar Erdogan der barê ji bo rojnameya Zamanê tayînkirina kayyum da wiha got: "Li ber rojnameyê civiyan, polês ketin hundir, lê li hundir ne makîne û ne jî kompîtur mane. Her tiştî birine. Çima, lewra di hemû saziyên dewletê da bi cî bûne. Çi bikin jî wê nikaribin xwe xilas bikin û birevin. Min çi digot, em ê bikevin şikeftên wan. Em ketin şikeftên wan û em ê hê jî bidomînin."
Serokomar Erdogan der heqê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dundar û Gul da wiha got: "Birêz Serok berê bixwe ji min ra got ku 'heta em hincetê amade nekin, em biryarê eşkere nakin.' Lê mixabin ji ber vê bûyerê ez zehf xemgîn bûm û ji vir jî bi eşkereyî dibêjim, zehf qelbê min ma. Çima, ji ber ku yên li wê meqamê rûdinin divê rast û durust bin. Ji min ra vê gotine. Lewra ev hevalê me serokê berê ji ber ku beriya hincetê biryarê eşkere dikir rexne dikir, niha jî bixwe bi lezûbez biryarê eşkere kir."
Serokomar Erdogan der heqê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ji bo Dundar û Gul da wiha got: "Mehkemeya ewil çi gotiye, ji sîxuriyê ev girtiye. Hûn çi dibêjin 'Naxêr di vê da tiştekê wisa tune'. Îadeyî vê derê dikin. Lê belê ez biryara dadgeha ku ji ber sîxuriyê biryara girtinê daye jî fehm nakim. Dadgeha ewil jî dikaribû ku ji ser biryara xwe neyê xarê. Ber xwe bide hela. Wê çaxê Dadgeha Qanûna Bingehîn ewê çi bike hela em wê jî bibînin. Li gor min ku dadgeh ji ser biryara xwe nehata xarê, wê çaxê dengeyê zehf cuda biguheriya."
Serokomar Erdogan: "Ez wek serokomar ji xeynî bêbextiya li dijî welêt bi tu sûcekî din nayêm sûcdarkirin. Lê parastina destûra bingehîn wezîfeya min e jî û dibêjim li gor benda 104emîn destûra bingehîn tevbigere. Bendek qebûl bike û ya din nede aliyekê. Di vê mijarê da hesas be. Çawa berê dema Rêxistina Paralel xwest darazê hilweşîne em li hember sekinîn û me têkoşîn da, em ê di vê mijarê da jî helwesta xwe nîşan bidin. Wek Serokomar li gor Destûra Bingehîn dewleta Komara Tirkiyeyê û gelê Tirk temsil dikim û ji bo pêkanîna Destûra Bingehîn û saziyên dewletê berpirsiyar im. Di vê mijarê da kî derkeve derveyî wezîfeya xwe ez ê li hember bisekinim. Heger Dadgeha Destûra Bingehîn ji bikeve vê rêyê ez ê li ser navê gelê xwe îtiraz bikim û li hember derkevim. Ya rast heger li dijî van hewldan, xeletî û niheqiyan dernekevim ez ê layiqî wezîfeya xwe nebim. Mesele ev e."