Sevim Hatun
29 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
İSTANBUL
Serokomar Erdogan:
"Piştî fetihkirina Stenbolê êdî ji me ra rêya hîcretkirinê hat girtin, em ne ji Stenbolê ne ji Trakyayê ne jî ji Aladoluyê hîcret dikin. Kes nikare me ji welatê me bike, qeweta tu kesî têra vêya nake. Derdê wan kesên ku rêxistina cihêxwaz a terorê bikartînin û êrîşê welatê me dikin ne birayên me yên kurd in ne jî ew herêm e. Derdê wan ew e ku tola fetihê hildin. Eha va ye we jî dît, ew kûklayên bi kar anîn û bi wan çal vedan, di çalên ku vedan da man."
"Vî miletî sed sal berê bersiva wan kesên ku Dewleta Osmanî wekî 'mêrê nexweş' îlan kiribû li Çanakkaleyê, li Kût'ul Amareyê, li eniya Qafqasê da. Dewleta me ya Komara Tirkiyê piştî Şerê Rizgariyê xwe ji nû va ava kir û îsal 93emîn salvegera damezirandina wê ye. Înşallah em ê jî bigihîjin hedefên xwe yên sala 2023yan, em ê wekî varîsê dewleta Osmanî aboriya xwe mezin bikin, bibin yek ji 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê."
"Em ji ku derê gihîştin li ku derê. Ew kesên ku me layiqê vê neditîn niha rastiyê dibînin. Lewra ew hin kesên li welatê me hene ya, ew kes asta ku em gihîştinê nikarin xeyal jî bikin. Li ser rûyê dinyayê kesên ji me hez dikin jî hene yên hez nakin jî. Civatên ku ji bona me dia dikin jî hene; lê mixabin derfetên me û yên din yek in, hêviyên wan girêdayî Tirkiyeyê ne, hêviyên xwe bi we va girêdane, bi me va girêdane."
"Di nav 13 salên desthilatdariya me da, seferberiya herî mezin a pêşvebirina Tirkiyeyê me da destpêkirin. Ji me ra gotin çi? Gotin 'Hûn nikarin di binê gelî da tunêl û metroyê çêbikin'. Ma em ê çima çênekin? Ecdadê min Dewleta Osmaniyan, projeya xwe çêkiriye. Osmanî proje çêkiriye, vana dibêjin 'nikarin çêbikin.' Gelo çi bû, ma me çêkir? Erê me çêkir."
"Birayên min, em gihîştin gelek encamên girîng. Lê hê jî rêya me heye. divê bi sebir û xebatê em bigihîjin hedefên xwe yên 2023yan. Bawer bin heke em bigihîjin wan hedefan em ê li wir Tirkiyeyeke nû bibînin. Ji bo vê em dibêjin çi. Em dibêjin 'Tirkiyeya Nû'. Ji bo vê em dibêjin 'Makezagona Nû'. Ji bo vê em dibêjin 'Sîstema Nû ya Birêvebirinê."
"Li parlementoyê li ser pêşnumaya destlênedayinê ya ku partiya desthilatdar pêşkêş kir hat axaftin û bi 376 dengan va derbas bû. Wateya vêya çi ye? Darazê fezleke dişand parlementoyê û ev fezleke dikirin ref. Niha nakin. Fezlekeyên 168 parlementeran niha ji parlementoyê derbas bûn û dişînin darazê. Ji bo vê yekê jî niha li Serokatiya Meclisê ye. Ji niha pê va bi îzna Xwedê bawer im wê daxwazên we jî bi biryara darazê va bên cih.
"Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hûn dibînin. Çi karê Rûsyayê li wê derê heye, çi karê Îranê li wê derê heye, çi karê eskerên Amerîkayê ku li ser milên wan armayên qaşo yên rêxistina terorê hene? Heke armanca we bi DAEŞa rêxistina terorê ra têkoşîn e, rêya wê ev nîne. Li gelê Sûriyeyê yê bê sûc û guneh zilmeke nedîtî tê kirin. Birayên min, rêya vêya ev e, divê berî her tiştî gelê Sûriyeyê ji destê Esedê zalim û rejima wî ya xwînrêj bê xilaskirin. Esedê zalim li xelqê zilmê dike. Ji aliyê din va jî hewl dide li gor dîrok, çand û tercîhên gelê Sûriyeyê dewleteke nû ava bike."