Ahmet Aydın
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
SELANÎK
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Atîna-Makedonyayê (AMNA) de peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Di merasima ku di çarçoveya Civîna Lijneya Giştî ya Ajansên Nûçeyan yên Rojhilatê Ewropayê (ABNA-SE) hat lidarxistin de, Alîkarê Giştiyê AAyê Mustafa Ozkaya û Dîrektorê Giştiyê AMNAyê Mihalis Psilos îmze avêtin peymanê.
Li gorî peymana nûkirî, wê hevkariya di warê veguhazîna nûçe, fotograf û dîmenan de, bi şêweyekî berfirehkirî bê domandin. Herwiha wê AMNA jî bikaribe ji bernameya Perwerdeya Nûçegihaniya Cengê ya AAyê sûdê wergire.
Piştî îmzeyê, Ozkaya û Psilos diyariyê xwe pêşkêşî hev kirin. Herwiha Ozkaya kitêbên "Deqîqe bi deqîqe Hewla Derbeyê ya FETOyê" û "Istanbul Photo Awards 2017"ê diyarî dan Psilos.

- "Peyman wê hevkariya di navbera herdu dewletan zêdetir bike"
Ozkaya di daxuyaniya xwe ya piştî merasima îmzeyê de, kêfxweşiya xwe ji ber peymana ku digel AMNAyê îmze kirine, derbirî.
Ozkaya anî ziman ku di warê bûna ajansa navneteweyîbûnê de AAyê gavên mezin avêtine û got, "AA bû xwedî toreke berfireh di gihîştina cihanê de. Peyman wê hevkariya di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de zêdetir bike."
Ozkaya bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera ajansên herêmê da û wiha axivî:
"Nûçeyên ku li derveyî herêmê tên çêkirin, rengvedana pêşdarazî, sansasyonan û nêrîna ji derva ye. Em di wê fikrê de ne ku hevkariyên ajansên herêmê di warê geşepêdana pêkvejiyan, dostanî û biratiyên navxweyî yên herêmê de, xwedî roleke girîng in."