Önder Beyter
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Dolar bi hevrazbûnê va dest bi rojê kir û dû ra di binê 5,80 da edilî.
Dolarê ku di 10 rojên dawîn da qedera ji sedî 8 şikest, duh bi 5,7510ê va berjêrî asta herî nizim a 2 mehên dawîn bû û li gorî roja çûyî, ji sedî 1,6 şikest û roj ji ser 5,7817 lireyî ra kuta kir.
Dolar îro jî piştî ku bi hevrazbûnê va dest bi rojê kir, ji saet 09.50yan pê va ji sedî 0,3 rabû û ji ser asta 5,7990î lireyî ra miemeleyê dibîne. Di heman deqîqeyê da ewro ji sedî 0,2 rabû bû 6,7190, sterlîn jî ji sedî 0,4 rabû bû 7,6440 lire.
Analîstan destnîşan kir ku îro li welêt hilberîna pîşesaziyê, li dervayî welêt jî li Almanyayê endeksên ZEWê û li Amerîkayê jî hilberîna pîşesaziyê di serî da dê rojeva tijî ya daneyan bê şopandin.