Önder Beyter
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
HAKKARÎ
Li Hekariyê dêlik û cêwrikên wê ku di bin kavilê maleke banîxwelî da man, bi destê ekîban hatin xilaskirin.
Li taxa Daxgolê dêlika ku bi cewrikên xwe ket nava kavilê maleke banîxwelî ku ji berê da hilweşiyabû, di vê derê da mehsûr ma.
Piştî ku şêniyên taxê agahî dan, ekîbên Midûriyeta Karûbarên Beytariyê ya Şaredariya Hekariyê ji bo xilaskirina kûçikan dest bi xebatê kir.
Li dû xebata ku bi qasî 2 saetan ajot, dêliik û her sê tûlikên wê ji bin kavil hatin derxistin.
Kûçik ji bo tedawiyê birin stargeha ajelan a şaredariyê.