Önder Beyter
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
ŞANLIURFA
Miteşebisê Rihayî Ali Yilmaz qedera 3 sal berê di binê mala xwe da tesîseke 150 metrekareyî ava kir û li vê derê di hundirê fanusan da nêzîkî 500 dûvpişkî xwedî dike. Herwiha ji van dûvpişkan li Eskîşehirê di fabrîqeyekê da panjehr tê çêkirin.
Ali Yilmazê 48 salî yê xelkê taxa Kisasê ya navçeya navendê Xelîliyeyê, di tesîsa di binê mala xwe da dûvpişkan xwedî dike ku ev kar li Tirkiyeyê pîşeyeke nedîtî ye û herwiha pê debara xwe dike.
Yilmaz qedera 3 salan berê ji Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî îzin stand ku "dûvpişkê reş" (Androctonus Crassicauda) xwedî bike û dû ra di binê mala xwe da tesîseke 150 metrekareyî ava kir û bi 150 dûvpişkî va dest bi kar kir.
Yilmazê ku niha di hundirê fanusên şûşe yên taybet da qedera 500 dûvpişkî xwedî dike, car caran van dûvpişkên ku di dinyayê da xwedî jehra herî xeternak in, dide destê xwe û pê dilîze.
- Bi "kurmê ar" va dûvpişkan xwedî dike
Yilmaz bi "kurmê ar" va van ajelên xeternak xwedî dike û ji bo ku jê panjehr were çêkirin, van dûvpişkan dişîne fabrîqeya antî serûm a li Eskîşehirê.
Ali Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî der heqê dûvpişkên ku li herêmê tên dîtin lêkolîn kir û paşê jî wî biryar da ku bazirganiya vî karî bike.
Yilmaz diyar kir ku wî ji dezgehên qamûyê û yên taybet alîkarî xwest ku dû ra wî ligel komeke jinên karsaz va dest bi xebata hevbeş kir û wiha dewam kir, "Bi alîkariya xanim Emîne Sabanciyê min tesîsa xwe mezin kir û anî vê astê. Ez van ajelan dişînim fabrîqeya ku li Eskîşehirê hatiye avakirin û li wê derê tên guvaştin û jê panjehr tê çêkirin. Li dinyayê tesîsên bi vî rengî bi tenê li Meksîka, Brezîlya û Tirkiyeyê hene."
Ali Yilmaz got ku qalikê li ser pişta dûvpişkan li hemberî radyasyonê pir li ber xwe didin û lewma jî ew dixwaze ji vê potansiyelê sûdê werbigire.
Yilmaz wiha axivî, "Di şerê duyemîn ê cihanê da bombeya atomê ku avêtin Japonyayê bi tenê tesîr li dûvpişkan nekir. Niha jî ez li ser vê projeyê kar dikim. Ez niha difikirim ka ez dikarim ji qalikê dûvpişkan çi çêkim û herwiha ez li benda alîkarî û hevkariya miteşebisan im."