Nihat Kavşut
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmir Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê bi têlefonê axivîn û ji bona di mijarên herêmî da di nav hevkarî û kordînasyonê da bin li hev kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê Erdogan û Putîn bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn li hev kirin ku di mijarên herêmî da bi hevkarî û kordînasyonê bixebitin.
Hat destnîşankirin di axaftina wan da behsa hevkariya herdu welatan ya di qadên bazirganî, aborî û vejenê da jî hat kirin û hat gotin ku di bazirganiya herdu welatan da îsal di nav 8 mehan da li gor heman heyama par ji sedî 21,7 zêdebûn çêbûye ku ev tiştekî baş e.
Wek mayîn herdu serokan daxuyandin ku ziyaretên çêdibin hevkariya Tirkiye û Rûsyayê wê xurttir bikin.