Ahmet Aydın
23 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku peywendiyeke telefonî digel Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan encam daye û got, "Me mijarên weke hevkariya me ya li Sûriyeyê, DEAŞ û vekişîna eskerên Amerîkayê bi şêweyekî hêdî û gelekî bi kordîne ji herêmê gotûbêj kir."
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û derbarê peywendiya telefonî ya digel Serokomar Erdogan û naveroka wê nirxandin kir.
Trump di daxuyaniya xwe de wiha jî got, "Kêlîka din me digel Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan peywendiyeke telefonî ya dirêj û bi tesîr encam da. Me mijarên weke hevkariya me ya li Sûriyeyê, DEAŞ û vekişîna eskerên Amerîkayê bi şêweyekî hêdî û gelekî bi kordîne ji herêmê gotûbêj kir. (Yekeyên Amerîkayî) Piştî salên dirêj vedigerin malê."
Trump herwiha destnîşan kir ku di peywendiyê de derbarê têkiliyên aboriyê yên di navbera herdu welatan de jî axivîne û îfadeya "Me mijarên bazirganiyê yên berfirehkirî gotûbêj kirin" bikaranî.
Serokê Amerîkayê Trump piştî çend rojan ji peywendiya telefonê ya dawîn digel Erdogan, daxuyandibû ku dê yekeyên Amerîkayî ji Sûriyeyê vekişin.