Türkan Tosun
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Şikriye Xezal Orala 94 salî ya ku hewl dide hînê xwendina Qur'anê bibe, ji gelek kesan ra dibe rêber.
Oral her roj diçe qursa Navenda Piştgiriyê ya Malbatê ya Qaymeqamtiya Baxlarê ku hînê Qur'anê bibe û ji bo vê hewleke mezin dide.
Oralê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 2 qîz û 2 kur 4 zarokên wê hene û ew li mala kurê xwe yê biçûk dijî.
Oralê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Ez Qur'ana pîroz pir hez dikim û hemû diayan dizanim. Dema ez biçûk bûm li gund diçûm mizgeftê û min meleyê ku Qur'an dixwend guhdar dikir û ez kêfxweş dibûm. Ji ber ku min dest bi qursê kiriye ez kêfxweş im û li vir wextê min xweş derbas dibe."
Mamosteya qursê Zelal Çevîkê jî got ew 2 sal e li navendê Qur'anê hînî jinan dike û Oralê jî 5 meh berê dest bi qursê kiriye.
Çevîkê got Oral pîr e, carna ji ber temen û nexweşiya xwe ya Alzheimerê peyvan ji bîr dike, lê tu carê dev jê bernade.
Çevîkê wiha axivî: "Her roj tê dersê û ji bo ku hîn bibe cehd dike. Piştî dersê jî em pirsgirêkên wê guhdar dikin û hewl didin ew beşdarî hemû çalakiyan bibe. Dema ew biçûk bûye çûye mizgefta li gundê xwe û diayan bi guhdarkirinê ji ber kiriye. Diayên nimêjê ji ber kiriye. Ji bo ku hînê Qur'anê bibe hewl dide, ew jî dev jê bernade, em jî."
Arzu Çetina Rêvebira Navenda Piştgiriyê ya Malbatê ya Qaymeqamtiya Baxlarê jî got li navendê di 11 beşan da qurs hene û hezar jin tên navendê.
Çetinê got ew hewl didin jin bibin xwedî kar ji ber vê ew piştgiriyê didin jinan û wiha axivî: "Em wek malbeteke mezin in. Xatiya Şikriye qursiyera me ya herî temenmezin e. Fêrî Qur'ana Pîroz dibe. Piştî ku wê dest bi qursê kir zarokên wê hatin û spasiya me kirin. Zarokên wê gotin piştî ku wê dest bi qursê kiriye tenduristiya wê baştir bûye û ew aramtir bûye. Ev der ji wê ra bû malbata duyemîn. Em hewl didin ew beşdarî hemû çalakiyan bibe. Ew pir kêfxweş e. Ji jinên din ra jî dibe rêber."