İbrahim Atmaca
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê Melahat Yildiza ku bejna wê mêtreyek û 4 santêm e û Macît Demiralayê ku bejna wî mêtreyek û 8 santêm e dergîstî bûn û eşqa wan ji bo her kesî dibe mînak.
Macît Demiralay li Stenbolê di sektora tekstîlê da dixebite, Melahat Yildiz jî li Erdîşê di loqinteyekê da dixebite. Macît û Melehat nêzî 4 meh berê li ser medyaya civakî hevdu nas kirin û demekê li ser medyayê hevaltî kirin û paşê biryara zewacê dan.
Malbata Demiralay bû xwezginiyê Melehatê û çû Erdîşê. Lê ji ber ku malbatê nexwest keça xwe bidin, eqrebayên Macît vegeriyan Stenbolê.
Li ser israra Macît û Melahatê malbatan destûra zewacê da wan.
Malbatê destê Melahatê ji Macît ra girt û dest bi amadehiyên dewatê kir.
Melahat Yildizê ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan ji bo zewacê gelek tengasî kişandin, lê ew tu carî ji biryara xwe nehatin xwarê.
Yildizê diyar kir, ji bo ku herdu malbatan jî qaîl bikin wan pir hewl da û wiha dewam kir, "Kinbûna bejnên me û qaîlnebûna malbatên me ji eşqa me ra nebû asteng. Macît jî ji bo me dev ji her tiştî berda û biryar da ku li Erdîşê bijî. Eşqa me pêşî li hemû astengiyan birî."
Yildizê destnîşan kir ku him rewşa aboriya wê him ya Demiralay baş nîne û wan ji bo mesrefên dewatê ji Qaymeqam Nûrî Mehmetbeyoglu ra got.
Yildizê diyar kir ku Mehmetbeyoglu jî got ku ew ê alîkariya wan bike û wiha dewam kir: "Ez li loqinteyê dixebitim û çay bela dikim. Ez ji karê xwe kêfxweş im. Ez hêngî bûme min ji bejna xwe gilî û gazin nekir. Ji Xwedê ra şikir dikim. Ez tenê baweriya xwe bi dewleta xwe tînim. Ez ji rayedaran dixwazim ku malekê bidin me ku ez û mêrê xwe tê da bijîn."
Yildizê destnîşan kir ku ew dixwaze Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredar Murat Zorluoglu bibe şahidê nikaha wan.
Demiralay jî got ku ew seba meha berfanbarê amadehiyê dike ku dewata xwe bike û li benda alîkariya rayedaran e.