İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
"Fîloya Azadiyê ya Xezeyê" ku ji Norwêcê bi rê ket, ji bo ku balê bikşîne ser ablûqeyê ber bi Xezeyê va diçe.
Li gor daxuyaniya ku ji Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirov (ÎHH) hat dayîn, fîloyê 15 lîmanî zêdetir lîman ziyaret kirin û ji bo ku bala raya giştî ya cîhanê bikşîne ser ablûqeya Xezeyê ji Behra Spî diçe Xezeyê.
Di fîloya ku Weqfa Alîkariya Mirovî ya ÎHHyê jî yek ji organîzatoran e da bi navê Veger (AlAwda), Filistîn (Falastîne) û Azadî (Freedom) sê bot hene.
Îsraîlê ji sala 2006an vir va amborgo daye ser Xezeyê. Ji bo qulkirina vê ambargoyê aktivîstên fîloyê di 15ê gulanê da ji Norwêc û Swêdê bi rê ketin û li bênderên ku lê sekinîn jî qala ablûqeya li ser Xezeyê kirin.
Mebesta Fîloya Azadiyê ya Xezeyê ew e ku ji bo mijara Xezeyê raya giştî agahdar bike û balê bikşîne ser Xezeyê.