İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Galatasaray di hefteya 8emîn a Spor Toto Super Lîgê da li deplasmanê Antalyaspor 1-0 têk bir û lîdertiya xwe domand.
Pêşbirk li Stada Antalyayê hat lîstin û nîvê ewil bê gol derbas bû. Di nîvê duyemîn da jî Galatasarayê di deqîqeya 87emîn da bi gola Ryan Donk va 1-0 qezenc kir.
Galatasaray bi vê skorê va cara 6emîn e ku bi ser dikeve û pûanê xwe derxist 18an.
Antalyaspor jî di lîgê da ev cara 3yemîn e ku têk çû û pûanê wê di 13an da ma.