30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2016
İSTANBUL
Galatasaray di çarçoveya amadehiyên heyama 2016-2017yan da wê li Swêdê bi tîma Manchester United a Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Îngiltereyê (Lîga Premîerê) ra 30yê tîrmehê roja şemiyê bê hemberî hev.
Di daxuyaniya ku ji hêla tîma sor û zer va hat weşandin da hat gotin ku pêşbirkê li Stada Ulleviya li Goteborga bajarê Swêdê bê kirin.
Pêşbirk li gor saeta Tirkiyeyê wê di saeta 21.45an da dest pê bike.