İbrahim Atmaca
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
DENÎZLÎ
Hayrî Devê sazjenê hoste ê 85 salî li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû mir. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 10 sal berê Hayrî Dev wek "Hilgirê Mîrata Çandinî ya Xezîneya Merivê ku Dijî" neqand.
Dev li taxa Gokçeyakayê ya navçeya Çameliya Denizliyê heyata xwe berdewam dikir, nêzî 10 roj berê ji ber aciziya pişta xwe bi Zafer Devê kurê xwe ra çû Nexweşxaneya Dewletê ya Denizliyê.
Dev li nexweşxaneyê 5 rojan tedawî bû, paşê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê kirin. Ji ber ku hestiyê pişta wî derizî bûye, duh hat emeliyetkirin û li servîsa cerahiya mêjî da dima, lê nêzî destê sibê mir.
Cinazeyê Hayrî Devê bavê du kur û 3 keçan wê piştî nimêja esrê li taxa Gokçeyakayê were definkirin.
- Yaşayan insan hazinesi
Dev di 15 saliya xwe da li ser pêşniyaza kalikê xwe jenandina saza sê têl (cura) hîn bû û paşê guh da stranên ku aşiqên herêmê dibêjin û stranên wan jiber kir.
Dev li eskeriyê fêrî xwendin û nivîsandinê bû û salên dûr û dirêj şivantî kir û di dewatan da sazjenî kir û wisa debara xwe kir.
Piştî ku lêkolînerê Fransî Jerome Cler ew dewetî Parîsê kir, jiyana Dev guherî û li deveyî welêt bi hevalên xwe yên muzîkjen va konser dan.
Li ser dewetê di sala 1996an da çû Fransa û Almanyayê û beşdarî mihrîcanên muzîkê bû, di 1997an da li Amsterdamê, di 1998 da li Zanîngeha Strasbourg Marc Blochê konser da, di 2002yan da li Brukselê li Beaux-Artsê, di 2003yan da li Parîsê konserên taybet ên ku rayedarên Wezareta Çandê ya Fransayê jî beşdar bûn da.
Ji bo lêxistina fîqa ji çamê a herêmî UNESCOyê di çarçoveya Peymana Parastinê ya Mîrata Çandî ya ku Ne Şênber e da di sala 2008an da Hayrî Dev wek "Hilgirê Mîrata Çandinî ya Xezîneya Merivê ku Dijî" îlan kir.
Jiyan û hunera Dev bû mijara belgefîlman û li dinyayê di gelek zanîngehan da ders da.