13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ANKARA
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê da operasyona asmanî birin ser hedefên DEAŞa rêxistina terorî li El Babê û hin tunêlên ku terorîstan gelekî bikardianîn bombe kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên eskerî hatin hildan Herekata Mertalê Feratê ya ku Artêşa Tirkiyê ji bo berterefkirina hedefên terorê yên li bakurê Sûriyeyê dabû destpêkirin dewam dike.
Di çarçoveya herekatê da balafirên şer ên Tirkiyê operasyona asmanî birin ser hedefên DEAŞê û di ser hin tunêlên rêxistinê bikardianîn dan ber bombebaranê.
Hat ragihandin bi saya îmhekirina wan tunêlên 15 sal berê ji bo ava Çemê Feratê bibin nav zeviyan hatibû avakirin, zirareke mezin gihîşt DEAŞê.