Elif Orhan
02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ANKARA
Ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Qaymeqamê Etîmesgûta navçeya Enqereyê Cumalî Atîlla hat wezîfedarkirin.
Atîlla di sala 1964an de li Elezîzê hat dinê û dibistan û dibistana navîn li Elezîzê xwend, zanîngehê jî li Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê xwend.
Atîlla di sala 1990î de wek qaymeqamê Erzîncanê dest bi peywirê kir.
Atîlla ji bo perwerdeya ziman û li ser pergala birêvebirinê xebatan bike 8 mehan li Îngilistanê ma, di heyama stajê ya 3 salî de li Ugurludaga Çorumê û Çobanlara navçeya Afyonê peywira wekîltiya qaymeqam jî kir.
Cumalî Atîlla pişt re digel Qaymeqamtiya Pîrazîza Gîresûnê, Melezgirta Mûşê, Mengena Boluyê û Beyşehîra Konyayê peywira Arîkariya Waliyê Diyarbekirê jî kir.
Atîlla ji 23ê îlona 2011an vir ve Qaymeqamtiya Etîmesgûtê dikir.
- Kişanak di 30yê cotmehê de hatibû girtin
Gultan Kişanaka ku peywira Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dikir ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" di 25ê cotmehê de hatibû binçavkirin, di 30yê cotmehê de ew sewqî dadgehê kiribûn û Kişanak li dadgehê hatibû girtin û ew sewqî Saziya Ceza û Înfazê ya ku Ewlehiya wê Zêde ye ya Tîpa Fyê ya Kocaeliyê kiribûn.